Dengdana li ser pêşnûmeya parastina Fîlîstîniyan taloq bû

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, dengdana li ser pêşnûme biryara ji bo 'parastin'a Fîlîstîniyên li Xezza û Şerîa Rojava, bi pêşniyarên nû yên DYA ji bo îro hate taloqkirin.

Di pêşnûmeyê de ku Qûweytê xiste rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, tê xwestin ku gelê Fîlîstînê di asta navneteweyî de bê parastin.

Dengdana li ser pêşnûmeyê wê doh bihta kirin. Lê belê ji ber hin pêşniyarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate taloqkirin. Li gorî agahiyên ji aliyê Sefîrê Bilind ê Qûweytê yê li Neteweyên Yekbûyî Mansûr El Otaybî da, ji ber pêşniyarên dawî yên DYA, dengdan wê îro (În) bê kirin.

14'ê Gulanê di salvegera damezrandina Îsraîlê de û ji ber barkirina Sefaretxaneya Bilind a DYA ji bo Qudsê, li Xezzayê xwepêşandan hatibûn kirin û zêdeyî 60 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku ji ber mirina sivîlan Îsraîl bê şermezarkirin, ji bo gelê Fîlîstînê daxwaza 'parastina navneteweyî' tê kirin û tê xwestin ku dorpêçiya Îsraîlê ya li Şerîda Xezzayê bê rakirin.

Tê payin ku ji be vetoya DYA pêşnûme di dengdana îro de bê redkirin. Nayê zanîn bê DYA ji bo guhertina pêşnûmeyê çi pêşniyar kiriye.