Dengdana li ser Obamacare ji ber kêmaniya piştgiriyê hat taloqkirin

Dengdana li ser reforma tenduristiyê, ku di serdama Obama de ket meriyetê û Serokê DYA Donald Trûmp bi biryar e betal bike, hat taloqkirin.

Dihat payîn ku dengdana li ser sîstema tenduristiyê ya bi navê Obamacare li Meclîsa Nûneran bihata kirin. Hat ragihandin, ev dengdan hatiye taloqkirin.

Tê gotin, ji nava Partiya Komargeran jî mûxalîfên rakirina vê sîstemê heye, lewma dengdana li ser wê hatiye taloqkirin. Bi rakirina vê sîstema sîgorta re wê herî kêm 14 mîlyon mirov bê sîgorta bimînin.

Li gorî hin çavkaniyan, dengdan beriya roja Duşemê nikare bê kirin. Her wiha îdîa dikin ku dengdan dikare îro jî bê kirin.

Medya Amerîkayê jî radigihîne, ku ji bo guhertina qanûna tenduristiyê ya heyî ya bi navê Obamacare, dibe ku hejmara têker a ji bo guhertinê bi dest nekeve.

Lê belê rayedarekî Qesra Spî ji MSNBC re axivî û diyar kir, ku Serok Donald Trûmp ji bo hejmara pêwîst a endaman peyda bike, 'xweşbîn' e.

Li Meclîsa Nûneran, ku piraniya endamên wê ji Partiya Komarger e, herî kêm 25 endamên Partiya Komarger dabûn xuyakirin, ku ew li dijî guhertina qanûnî ye.  Ji bo Trûmp karibe reforma tenduristiyê bike, lazim e zêdeyî 22 endaman winda neke.