Deh ji sedî yê 'daristanên xeranebûyî' kêm bûne

Li gorî lêkolînekê, li gelemperiya cîhanê her sal daristanên bi qasî welatekî mezin, tine dibin.

Li Zanîngeha Oxfordê li ser "daristanên gur û xeranebûyî" konferansek hate lidarxistin. Li gorî daneyên ku di konferansê de hatin eşkerekirin, li gelemperiya cîhanê di nava 17 salên dawî de rojane bi qasî 200 kîlometreçagoşe qada daristanî ji holê rabû. Li gorî vê yekê, di navbera salên 2000-2017'an de 10 ji sedî yê daristanên li gelemperiya cîhanê ya hatin talankirin ya jî ji holê hatin rakirin.

Di lêkolînê de 'daristanên dest lê nehatiye dayin' an jî "qadên daristanî yên ku mirov lê tevnagerin' li gorî dîmenên ji ezmanan hatin lêkolîn. Di encamê de tespît bû ku daristanên bi vî rengî sala 2017'an daketiye asta 11,6 milyon kîlometreçargoşeyî. Ji bo daristanek xwedî krîterên 'daristana xera nebûyî' be, li qadeke ji 500 hezar kîlometreçagoşeyî divê rê, karekî çandinî, mayin an jî şiba trenê nebin.

Di konferansê de hate ragihandin, di navbera salên 2014-2016'an de qadeke berfireh a daristanî ji aktîvîteyên însanî hatiye vekirin û hate destnîşankirin ku qada daristanî ya di navbera salên 2014-2016'an de ji statuya 'daristanên xeranebûyî' derketiye, salane 90 hezar kîlometreçargoşe ye.

Li gorî lêkolînê, 'daristanên xeranebûyî' yên li Paragûay, Laos û Gîneyê wê heta sala 2030'î parçe parçe bibin. Li Afrîka Navîn, Nîkaragûa, Bîrmanya, Kamboçya û Angolayê jî wê heta sala 2040'î 'daristanên xerabûyî' nemînin.

Rûsya, Endonezya û Brezîlya welatên sereke ne ku ji ber rê, karên maden û çandiniyê 'daristanên xerabûyî' yên li wan deran parçe bûne.