Daxuyaniya KCK'ê ya li ser hilbijartinên li Srî Lankayê

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku serketina hêzên çep sosyalîst dîrokî ye û diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelên Srî Lankayê ya li ser bingeha ekolojî, demokrasî û azadiya jinê.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Gelê Srî Lankayê ku sala 2022'an li dijî mêtingeriyê, aboriya rantê, diziyê, bêkariyê, nelirêtiyê û dîktatoriyê helwest nîşan da û rabû serhildanê, serokkomarê wê demê Gotabaya Rajapaska ku keda karker û xizanan talan dikir, serweta xwe zêde dikir, welat dişêland, ji xwe û derdora malbata xwe re qesr çêdikir, bi şoreşeke gel a bi heybet ji desthilatdariyê anî xwarê û ji bo gelên cîhanê yên ku li desthilatdariya zordar rast tên, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Gelên Srî Lankayê ku li dijî rejîma yek şexsî û yek malbatê rabû ser piyan, îsal jî li hemberî rêveberiya ku dixwest siyaseta rant û talanê ya dîktator û rejîma berê ya hilweşandî bi navê aboriya neolîberal dewam bike, bi heman ruhê serhildanê helwest nîşan dan, ew di hilbijartinê de têk birin û serketina xwe ya demokratîk ragihandin. Bêguman ev helwesta demokratîk şoreşger a gelên Srî Lankayê tirs berda nava dilê dîktatoran ku dixwazin rejîma xwe ya yek şexsî dewam bikin û gel mehkûmî xizaniyê bikin. Di heman demê de di asta herêmî û navneteweyî de ji bo gelên cîhanê yên têne talankirin û bindest in, bû çavkaniya sûdwergirtinê.

Ev serketina demokratîk a ku gelê Srî Lankayê di hilbijartinê de bi dest xist, ji ber helwesta şoreşger û hêrsa lid ijî aboriya rant û talankariyê pêk hat. Her wiha ipat kir ku stratejiya tifaqê ya hêzên demokratîk a li wê derê û hevkariya demokratîk çiqasî diyarker e û çarenûsê diyar dike.

Lewma gelekî girîng e ku ji bo dewamkirina destketiyên heyî divê hevkariya demokratîk dewam bike û ev yek jî bi perspektîfa neteweya demokratîk mayinde bibe. Li Srî Lankayê ku warê gelên Sinhala, Tamîl û Moor e, welatê komên etnîkî, olî yên Bûdîzm, Hîndûîzm û Îslamê ye, perspektîfa Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk ji bo pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî yên ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatine kûrkirin, formula herî demokratîk û azadîparêz a çareseriyê ye.

Li Srî Lankayê ku ji ber kiryarên sîstema mêtingeriyê ya kapîtalîst pirsgirêk û krîzên mezin lê hene, bi pêşengiya lîderê bi nêrîna çep û sosyalîst AKD (Anura Kumara Dissanayaka) di çarçoveya koalîsyona NPP (Hêza Gel a Neteweyî) de tifaqa ji komên cuda yên siyasî, tevgerên jin û ciwanan û sendîkayên karkeran di hilbijartinê de bi ser ketin ku ev yek di asta dîrokî de girîng e. Ji ber vê serketinê em gelê Srî Lankayê, Birêz AKD (Anura Kumara Dissanayaka) ku pêşengî ji vê serketinê re kir û hemû pêkhateyên NPP'ê pîroz dikin, hêvîdarin ku wê serketinên xwe dewam bikin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê em girîngiya serketinên têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Srî Lankayê dibînin û diyar dikin ku piştgiriyê didin têkoşîna wan a li ser bingeha ekolojî, demokrasî û azadiya jinê tê meşandin."