Daxuyaniya DYA ya li ser referandûmê
Der barê referandûma Tirkiyeyê de, ku bi rengekî bi guman qediya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) daxuyaniyek da.
Der barê referandûma Tirkiyeyê de, ku bi rengekî bi guman qediya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya destpêkê ya DYA de hat ragihand, ku ew ê libenda rapora Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) bimînin.
Wezareta Karên Derve ya DYA ragihand, ew encama referandûma guhertina destûra bingehîn a li Tirkiyeyê dişopînin û heta encam bên piştrastkirin û rapora OSCE bê qedandin, ew ê şîroveyê nekin.