Daxuyaniya DYA ya li ser Îranê

DYA diyar kir ku ew xwepêşandanên li Îranê ji nêz ve dişopînin û girtina xwepêşandêran şermezar dikin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Naûert li ser çalakiyên protestoyî yên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Naûert diyar kir ku ew nûçeyên li ser xwepêşandanên aştiyane yên li herêmên cuda yên Îranê dişopînin û got, "Lîderên Îranê, welatekî xwedî dîrokeke dewlemend û çandeke xurt veguherandin welatekî aboriya xwe têk çûye, şîdet, xwîn û kaosê. Mîna ku Serok Trûmp jî dibêje, herî zêde gelê Îranê ji lîderên Îranê zerarê dibîne. DYA bi rengekî tund girtina xwepêşandêrên aştiyane şermezar dike. Em bang li hemû welatan dikin ku piştigriyê bidin gelê Îranê û mafên wan ên bingehîn û hewldanên wan ên ji bo pêşîgirtina li gendeliyê."

Xwepeşandanên protestoyî yên li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêr dest pê kirin duh jî dewam kirin. Li bajarê Kirmanşan ên Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên duh de bi hezaran kes amade bûn. Xwepêşandêr rejîma Îranê şermezar dikin.