Darizandina jinika alîgira DAÎŞ’ê dest pê kir

Darizandina Samantha Elhassanî ku QSD’ê ew girtibû û radestî DYA’yê kiribû dest pê kir.

Di îdîanameyê de ya ji bo Elhassanî ya 32 salî hatî hazirkirin û li eyaleta Indîanayê darizandina wê dest pê kirî, hate gotin, alîkariya malzemeyan  bi DAÎŞ’ê re kiriye û hewl daye ku kesan ji bo DAÎŞ’ê birêxistin bike û bişîne nav DAÎŞ’ê.

Di îdîanameyê de tê gotin Elhassanî 2014-2015’an malzeme û pere ji bo du endamên DAÎŞ’ê şandiye û li gel ku dizanîbû ku DAÎŞ rêxistineke terorê ye jî ev kiriye.

Berdevkê Dozgeriya Hammaondê Ryan Holmes got ji iber sedema giranbûna sûcdariyên li ser Elhassanî ew hê jî girtiye.

Elhassanî beriya niha, di raportaja xwe de, ya bi BBC û PBS’ê re, got 2015’an ew çûye Tirkiyê seyranê û hevserê wê yê ji Fasê bi ew revandiye Sûriyê û zor lê kiriye ku li wir bimîne. Piştî ku hevserê Elhassanî yê DAÎŞ’î ji hêla QSD’ê ve hatibû kuştin, Elhassanî hatibû girtin.

Tîrmehê rayedarên DYA’yê Elhassanî teslîm standibû û ji bo ku darizînin biribûn DYA’yê.

Çar zarokên Elhassanî jî li eyaleta Indîanayê têne parastin.