Darbekaran li Gîneyê saziyên dewletê betal kirin
Li Gîneyê ku welatekî Efrîkayê ye darbekaran ragihandin ku wan saziyên welêt betal kirine.
Li Gîneyê ku welatekî Efrîkayê ye darbekaran ragihandin ku wan saziyên welêt betal kirine.
Piştî darbeya pêr a li Gîneyê, darbekaran ragihandibûn ku Serokdewlet Alpha Conde girtine. Darbekaran saziyên dewletê hemû betal kirin.
Darbekaran bang li wezîrên ji wezîfeyê hatine xistin hemûyan kir û li Qesra Gel civînek bi wan re lidar xist. Darbekaran ranegihandin ku wê rêveberiyeke çawa pêk bînin û xwe weke raperînekê ragihandin.
Ji berpirsyarên Hêzên Taybet ên Gîneyê Serhend Mamady Doumbouya daxuyaniyek bi dîmen parve kir û diyar kir ku "Ji ber rewşa xitimandî ya aboriyê, karên ne li rê û xizaniyê, bikaranîna edaletê mîna amûrekê û binpêkirina mafên mirovan" serokdewlet girtine.
Darbekaran dîmenekî Alpha Conde jî weşandin û gotin, ew dixwazin "siyasetê radestî gel bikin."
Darbekaran diyar kirin ku hikumeta bi pêşengiya serokdewlet Alpha Conde ji bo karibe cara sêyemîn bê hilbijartin destûra bingehîn û sazî guhertine û destnîşan kirin ku çalakiyên şermezarkirinê yên ku bi mehan dewam kirin bi rengekî giran û bi xwîn hatine tepisandin.
Darbekaran ragihandin ku wê pêvajoyeke derbasbûnê hebe, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û sînor jî hatine girtin.
Danê êvarê jî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku wezîfedarên li ser kar hemû ji wezîfeyê hatine girtin, li şûna wan hatine wezîfedfarkirin, her wiha bang li walî, qeymeqam, rêveberên herêmî û leşkeran hate kirin ku karê xwe dewam bikin.