Danûstandinên navbera Enqere û Moskowayê

Wezîrê Parastina Millî ya Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan, piştî hefteyekê dîsa diçin Moskowayê.

Hate ragihandin, Akar û Fîdan wê roja Înê biçin Moskowayê û bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû re rûnên.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, mijara hevdîtina navbera Şoygû û Akar wê rewşa dawî ya li Sûriyeyê be.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî wê heman rojê li Moskowayê bi hempîşeyê xwe Sergey Lavrov re rûnê.

Wezîrê Parastina Millî ya Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan roja 17'ê Tebaxê bi Wezîrê Rûs Sergey Şoygû re rûniştibûn. Hatibû gotin ku di hevdîtinê de mijarên li ser "ewlekariya herêmî" hatine nirxandin.

Ev hevdîtinên navbera Moskowa û Enqereyê di demekê de pêk tên ku rejîma Sûriyeyê amadekariyê ji operasyoneke li Îdlibê re dike ku çeteyên dewleta Tirk lê ne. Hevdîtin her wiha di demekê de tên kirin ku têkiliyên navbera Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nebaş in.