Danîmarkayê bûrka li qada gelemperiyê qedexe kir

Parlamenta Danîmarkayê pêşnûme qanûnek qebûl kir ku li gorî vê qanûnê nabe ku jin li qada gelemperiyê bûrka li xwe bike.

Li gorî pêşnûmeya ku pêşkêşî parlamentê hate kirin, kincên ku rûyê mirovan dinixumîne qedexe ye. Pêşnûme li hemberî 30 dengên dijber, bi 75 dengan hate qebûlkirin.

Beriya Danîmarkayê, li Fransa û Belçîkayê jî bûrka û kincên ku rûyê mirovan dinixumînin li qada gelemperiyê hatibû qedexekirin.

HIKUMET: BÛRKA LI DIJÎ CIVAKÊ BÊHURMETÎ YE

Hikumeta rastgiriya navendî ya Danîmarkayê roja Sêşemê daxuyaniyek dabû û niyeta xwe ya li ser qedexekirina kincên mîna bûrka û nîkap ên rûyê mirovan dinixumîne, eşkere kiribû. Wezîrê Edaletê Soren Pape Poulsen gotibû, "Ev yek li nirxên civakî yên Danîmarkayê nayê. Eger li qada gelemperiyê ev kinc li xwe bê kirin û mirov rûyê xwe li hev binixumînin, ev yek wê bêhurmetî be li civakê."

Poulsen got, "Bi vê qedexeyê re em helwestê nîşan didin û li Danîmarkayê ji bo me girîng e ku di dema hevdîtinekê de hurmet û baweriya bi hev hebe."