Danîmarka: Berî 1,5 sal me firotina çekan a ji bo Tirkiye sekinadibû

Wezîrê Karê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod ragihand ku Danîmarka berî 1,5 sal polîtîkayeke ya şidyayî ya firotina çekan pêk anîbû û destnîşan kir ku çekên Danîmarka firotî li Sûriyeyê nehatine bikaranîn.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piraniya partiyên siyasî yên Danîmarkayê diyar kiribû metirsî heye çekên ku Danîmarka firotine Tirkiye li Sûriyeyê tên bikaranîn, daxwaz kiribûn ku bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin rawestandin.

Partiya Gel a Sosyalîst û Lîstyea Yekgirtî mijar xiste rojeva parlementoyê. Wezîrê Karê Derve Jeppe Kofod ê li ser mijarê ji Radyoya Danîmarka (DR) re axivî, ragihand ku Danîmarka ji bo firotina çekan a Tirkiyeyê destûra nû nade.

Kofod got: “Danîmarka berî 1,5 sal polîtîkayeke ya şidyayî ya firotina çekan pêk anîbû. Ji bo bikaranîna firotina çekên li Sûriyeyê bê bikaranîn me ti destûrek nedaye.

Kofod anî ziman ku çekên Danîmarkayê firotine Tirkiyeyê li Sûriyeyê nayên bikaraînî û got: “Ambargoya çekan a welatên din qala wê dikin me berî 1,5 sal pêk diînin.Polîtîkayekeî ya me ya firotina çekan a hişk û şidyayî heye.”