'DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê teqemenî şand Awûstralyayê'

Polîsên Awûstralyayê ragihand, wan di kêliya dawî de pêşî li teqandina teqemeniya DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê şand Awûstralyayê girtine.

Polîsên Awûstûralyayê ragihand, li bajarê Sydneyê roja Şemiyê di operasyonekê de du kesên birayê hev hatine girtin. Polîs diyar kir, kesên navborî plan kirin ku bi teqemeniyên ji aliyê şefekî DAIŞ'ê yê li Tirkiyeyê ve hatine şandin, êrîşî balafireke rêwiyan a Eîthadê bikin, ku ev şîrket a rêyên hewayî ya Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ye.

Alîkarê Midûrê Emniyeta Federal a Awûstralyayê Mîchael Phelan civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, Halîd Hayat ê 49 salî û birayê wî Mahmûd Hayat ê 32 salî, tevî êrîşa li balafireke rêwiyan, her wiha amadekariya êrîşeke duyemîn dikirin û wê êrîşa duyemîn jî bi kîmyasala jehrê li cihekî girtî û qelebalix belav bikira.

Alîkarê Midûrê Emniyetê destnîşan kir, ku amadekariyên vê êrîşê bi 'îlham û fermana' ji DAIŞ'ê hatin kirin.

Phelan, ev planên êrîşê weke "yek ji hewldanên herî tevlîhev ên êrîşeke li ser axa Awûstralyayê" bi nav kir.

'TEQEMENÎ JI TIRKIYEYÊ BI BALAFIRA KARGO HATE ŞANDIN'

Li gorî agahiyên hatin dayin, birayên Hayat bi teqemeniyên ji aliyê lîderekî DAIŞ'ê ve ji Tirkiyeyê bi balafira kargo şand Awûstralyayê, bombe amade kirin.

Da xuyakirin, ku plan hatiye kirin wê bombe di nava baholekî de roja 15'ê Tîrmehê li balafireke rêwiyan a Rêyên Hewayî ya Etîhadê ku ji Sydneyê biçûya Abû Dhabî bihata bicihkirin. Polîs anî ziman, birayên Hayat bombe li nava makîneyeke birîna goşt bi cih kirine û bêyî agahiyê bide wî li baholê birayekî xwe yê din bi cih kirine, ji ber ku bahol gelekî giran bûye di rêza check-in de debasî kabînê nekirine û bi vî rengî pêşî li êrîşê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, kesê ku bahol hildigirt li balafirê siwar bûye û çûye Abû Dhabî, lê Halîd Hayat ê pê re hat balafirgehê, bi baholê ku negirtin kabînê, ji balafirgehê derketiye.

Phelan diyar kir, birayên Hayat her wiha bombeyeke ji gaza hîdrojen sulfur amade kirine û amadekarî kirin ku bi vî rengî êrîşeke din bikin.

'ME PÊŞÎ LI ÊRÎŞÊ GIRT'

Phelan da zanîn, çeteyekî din ê DAIŞ'ê yê li Sûriyeyê ye, cihên ku li Sydneyê êrîş dikare lê bê kirin pêşniyar kiriye û got, "Me bi temamî pêşî li vê êrîşê girtine. Ne tenê êrîşa dihate plankirin ku li balafirê bê kirin, her wiha me pêşî li êrîşeke kîmyewî jî girt."

Di operasyona roja Şemiyê de ku li Sydneyê pêk hat, çar kes hatibûn binçavkirin. Tê payin, birayên Hayat ên di operasyonê de hatin binçavkirin, bi daxwaza cezayê girtina heta bi hetayê werin darizandin.

Yek ji binçavkiriyan hate berdan. Lêpirsîna yê din jî dewam dike.