Dadgeriya Fransayê biryara girtina Esad da

Edaleta Fransayê têkildarî êrîşên kîmyewî yêns ala 2013'an biryara girtina Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad da.

Dadgeriya Fransayê ji ber êrîşên kîmyewî yên havîna 2013'an ên li Sûriyeyê, bi sûcdariya ku tevlî sûcê li dijî mirovahiyê bûye di asta navneteweyî de biryara girtina Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad da.

Li gorî medya Fransayê, çavkaniyekî edlî ragihand ku ji ber êrîşên bi gaza sarînê bi sûcdariya ku tevlî sûcên li dijî mirovahiyê û şer bûye, çar caran biryara girtina Esad hatiye wergirtin. Li gorî îstîxbarata DYE'yê di êrîşên 21'ê Tebaxa 2013'an de li Rojhilatê Xûtayê zêdeyî hezar kes hatin kuştin.

Biryara girtinê di heman demê de têkildarî birayê Beşar Esad fermandarê çalak ê yekîneyên bijarte yên artêşa Sûriyeyê Mahîr û du generalan jî hatiye wergirtin.