Dadgeha Bilind jî darbeyek li Borîs Johnson kir

Dadgeha Bilind a Îngîltereyê diyar kir ku biryara Serokwezîr Borîs Johnson ‘îllegal e’ û xwest bila parlemento were vekirin.

11 dadgerên Dadgeha Bilind diyar kirin ku daxwaza Borîs Johnson a ku ji Kralîçe Elîzabetha II’emîn xwestibû bila parlemento 5 hefteyan were girtin ‘îllegal e’. Serokê dadgehê Lady Hale xwest ku bila mahkeme dîsa were kirin.

Dadgehan heq dan argumanên mûxalefetê. Mûxalifên hikumetê diyar kirin ku Johnson bi girtina parlementoyê dixwaze mûxalefetê bêdeng bike û di 31’ê Cotmhê de dixwaze Îngîltereyê ji YE derxîne.

Çalakgera li dijî Brexîtê ya ku pêşengtiyê dike got ku “Divê parlementer cesûr bin û ji hikumetê hesaban bipirsin.”

Serokê Parlementoyê John Bercow diyar kir ku wê parlemento bi lez û bez bicive û wê bi serokên partiyên siyasî bicive.