Dadgeha Bilind a DYA qedexeya ger û geştê erê kir

Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), qedexeya ger û geştê ku Serok Donald Trûmp li ser welatiyên 6 welatan ferz dike, erê kir.

Donald Trûmp ku meha Çileyê dest bi wezîfeyê kir, mohra xwe danîbû binê biryarnameyekê ku ger û geşta Amerîkayê li welatiyên Îran, Yemen, Somalî, Sûriye, Çad û Lîbyayê qedexe dike. Versiyona destpêkê ya biryarnameyê ji aliyê dadgehên federal ve hate betalkirin. Versiyona dawî ya 25'ê Îlonê ji aliyê Dadgeha Bilind a DYA ve hat qebûlkirin.

Ev erêkirin, heta nirxandina îtirazên li biryarnameyê bi awayekî demkî derbasdar e. Bi erêkirina vê biryarnameyê re qedexeya li ser nûnerên hikumeta Venezûelayê û welatiyên Koreya Bakur jî hate erêkirin.

Di biryarê de ku ji aliyê dadgerên federal ên li Marylan û Hawaî hate girtin, biryarnameya navborî ji gelek aliyan ve hatibû pûçkirin.

Versiyona destpêkê ya biryarnameya qedexeya li ser ger û geştê, tenê der barê 6 welatên Misilman de bû. Lê di versiyona dawî de Koreya Bakur û Venezûela jî lê hatin zêdekirin û demek ji bo qedexeya ger û geştê nehat diyarkirin.

Donald Trûmp îdîa dike ku bi rêya van qedexeyan ew 'tedbîran li dijî xeteriya terorê' digire. Ji ber ku biryarname 'cihêkariyê zêde dike' gelek rêxistinên civakî yên sivîl ew protesto kiribûn.