DAÎŞ’ê li Mozambîkê bajarek dagir kir, Portekîz leşkeran dişîne

Portekîz piştî êrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê li xwe girt û şûnde wê di hefteyên bê de ji bo Mozambîkê derdorî 60 leşkeran bişîne.

Wezîrê Karê Derve yê Portekîzê Aûgostoo Santos Sîlva ji Televîzyona RPT’ê re axivî û got: “Tîmeke derdorî 60 leşkerên Portekîzê pêk tê, amade kirine. Wê di hefteyên pêşiya me de, bê şandina Mozambîkê.”

Ev daxuyanî piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser Palma ya dikeve bakurê Mozambîkê hate dayîn.

Şeva ku înê û şemiyê bi hev ve dide girêdan, bajarê perav ê biçûk kete destê çeteyên DAÎŞ’ê. Êrîş 24’ê Adarê destpê kiribû. Li gorî rayedaran nêzî 100 DAÎŞ’î êrîş destpêkê birin ser gundên nêzî Palma û piştre jî êrîş birin ser rojava û bakurê bajar. Di êrîşa ji sê aliyan ve hate kirin, bi hezaran kes neçar man ku bajar biterikînin.

Rojavayî bi fikar li vê rewşê dinêrin. Bajarê Palma dikeve bakurê rojhilatê welat, 10 kêlometre dikeve dûrî projeyên gaza mega û kargeha Total a Fransiyan.

Bi vekişîna leşkeran re bajar di nava 3 rojan de kete destê çeteyan.

Wezîrê Parastinê yê Mozambîkê di daxuyaniya şeva Yekşemê da de, ragihand ku bi dehan welatiyên Palma hatine kuştin û bi kêmanî 100 kes jî winda ne.

Komên bi çek ên li herêmên bi Tanzanyayê re sînor e, 3 sal in karên terorî dikin, lê di nava sala dawî de êrîşên bi xwîn zêdetir bûne.