DAÎŞ'ê li Diyaleyê êrîş kir: 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Çeteyên DAÎŞ'ê li parêzgeha Diyaleyê êriş birin ser artêşa Iraqê. Di encamê de 10 leşker hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medya Iraqê, çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li nêzî gundê Îmraniye yê navçeya Wecîhiye ya parêzgeha Diyaleyê êrîş birin ser hêzên emnî yên Iraqê.

Hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê destpêkê mayînek bi wesayîtekê ve teqandine û piştre şêniyên herêmê û hêzên emnî yên Iraqê ku berê xwe dan cihê bûyerê rastî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya bi qenasan hatin.

Li gorî medya Iraqê di encama êrişê de 10 leşker hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hate ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Diyale ku birîna hinekan girane û cenazeyan jî rakirine tiba edlî ya Diyaleyê.