DAÎŞ’ê êrîşa bi kêran a li Parîsê li xwe girt

Îro li banliyoyeya Trappesê ya li Parîsê bi kêran êrîşek hate kirin û di êrîşê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ev êrîş li xwe girtin. Lê derket holê ku êrîşkar dê û xwişka xwe kêr kiriye.

Li gorî çavkaniyên nêzî koma lêpirsînê êrîşkarekî bi kêr li banliyoya Trappesê ya li Parîsê bi kêran êrîşek kir. Di êrîşê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn. Êrîşkar piştre xwe spart malekê û ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li gorî medyaya Fransayê êrîşkar diya xwe û xwişka xwe kuştiye. Hate diyarkirin ku êrîşkar gotiye ‘Allahu Ekber’.

Çeteyên DAÎŞ’ê li ser malpereke xwe ya propagandayê êrîş li xwe girtin û diyar kirin ku hemwelatiyên welatên koalîsyonê wê bibin hedef.

Wezîrê Karê Hundir Gerard Collomb li Trappesê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşkar kêşeyên wî yên giran ên psîkîyatrîk hene.

Trappes li herêmeke dewlemend a bi navê Yvelînesê ye û banliyoyeke hejar e. Li vê banliyoyê bêkarî 20 ji sedî ye. Hikumetê Trappes xistibû nav lîsteya 30 taxên ‘fetihkirina komarparêz’ ya ku derfetên polîsan li vê derê zêdetir in.