Li Behra Spî û Atlantîk karesat: Di pênç mehan de 5 hezar 45 penaberan jiyana xwe ji dest da

Li Behra Spî û Atlantîkê ji destpêka sala 2024’an heta bi niha 5 hezar 45 penaber ên ku dixwestin xwe bigihînin peravên Spanyayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rêxistina saziya sivîl ya Spanya Camînando Fronteras, hejmara penaberên ku di navbera meha Çile û Gulanê de jiyana xwe ji dest dane, rojane bi giştî 33 kes in, ango di her 45 deqîqeyan de penaberek jiyana xwe ji dest dide.

Di raporen ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê hatine amadekirin de, hate diyarkirin ku piraniya mirinan di dema derbasbûna ji navbera peravên rojavayê Afrîka û Giravên Kanarya de pêk hatine. Di vê rêyê de 4 hezar û 808 kesan jiyana xwe ji dest da ye. Li ser rêyên din, ji Cezayîrê heta Girava Balearîk û peravên rojhilatê Spanyayê 175, li Deryaya Alboran 47 û li Tengava Gibraltar 24 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Walkîng Borders diyar kir ku ji bo parastina jiyana penaberan û rêzgirtina li windayan, divê tevdirên lezgîn bên girtin. Metirsiya mirinên sala 2024’an ji sala 2023’an zêdetir bibe heye. Di sala 2023’an de 6 hezar û heft kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bi taybetî jî rêya herî bi talûke ji peravên Senegal û Moritanya destpê dike heta rêya Kanarya rêyên herî bi talûken e.