Bîlançoya şerê Xezeyê ya nû: 37 hezar û 266 mirî
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku di şerê ku zêdeyî 8 meh berê dest pê kiribû de heta niha herî kêm 37 hezar û 266 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku di şerê ku zêdeyî 8 meh berê dest pê kiribû de heta niha herî kêm 37 hezar û 266 kes mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve li ser Xezeyê pêk tîne, hejmara miriyan derket 37 hezar û 266 kesan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 34 kes mirine, Wezareta Tenduristiyê got ku di şerê zêdeyî 8 mehan de 85 hezar û 102 kes birîndar bûne.