CPJ: Tirkiye di lîsteya rojnamevanên girtî de di rêza 4’emîn de ye

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) diyar kir di sala 2022’an de gelek rojnamevan hatine girtin û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye di nav wan 5 welatan de ye ku herî zêde rojnamevan girtî ye.

CPJ’ê raporek weşand û got “Li temamê dinyayê di sala 2022’an de gelek rojnamevan hatine girtin. Vê salê gelek şer û zext çêbûn. Serokên otorîter ji bo dengê mûxalifan bibire û azadiya çapemeniyê bide sekinandin, nûçegihaniya serbixwe wekî sûc dibîne. Di sala 2022’an de 363 nûçegihan ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Li gorî par ev rêje ji sedî 20 zêde bûye û ev rewşeke xetere ye.”

Di raporê de hate diyarkirin îsal herî zêde Îran, Çîn, Myanmar, Tirkiye û Belarûsê rojnamevan hatine girtin.

Di raporê de hate diyarkirin li Tirkiye û Îranê bi taybetî li ser rojnamevanên Kurd zext gelekî zêde bûne. Di raporê de hate gotin “Li Îranê Kurdan berdêla protestokirina hikumetê dan û herî kêm 9 rojnamevên Kurd a niha girtî ne. Li Tirkiyeyê jî nûçegihanên JINNEWS’ê, Ajansa Mezopotamyayê û xebatkên şîrketên produksiyonê bi giştî 25 rojnamevên Kurd hatine girtin.  Li Iraqê jî îsal bi qasî ku hate tespîtkirin sê rojnamevan hatine girtin.”

CPJ’ê diyar kir li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî bûye 40 û bal kişand ser vî tiştî ku qanûna sansurê wê veguhere êrîşa li ser azadiya çapemeniyê.