Covîd-19 wê bandoreke giran li koçberên li kendavê bike

Koçberên li welatên kendavê ku bi salan e bi şert û mercên giran ên kar di rojevê de ne, ji ber pandemiya vîrûsa korona ya nû di nava zor û zehmetiyê de bi rengekî qelebalix di karantînayê de ne.

Tenê li Erebistana Siûdî 10 milyon koçber hene. Li Qatar, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Qûweytê bi milyonan hene.

Mînak; di karê înşaetê yên binesaziya ji bo Kûpa Cîhanê ya 2022 a Qatarê de, piraniya wan koçberên ji welatên Asyayê bi hezaran kesî ji ber qezayên kar an jî germê jiyana xwe ji dest dan.

Li welatên din jî hem ji ber zor û zehmetiyan hem jî ji ber desteserkirina pasaportên wan, kesên ji welatên Asyayê hatine dibin hedefa kiryarên li dijî mirovahiyê.

BI HEZARAN JI WAN LI QADEKE TENG DI KARANTÎNAYÊ DE NE

Rewşa koçberan bi vîrûsa Covîd-19 re bêhtir nebaş bû.

Li welatên kendavê heta niha 3 hezar û 500 nexweş hatin dîtin û beşeke girîng. Beşeke girîng a koçberên li van welatan ji ber rawestandina karê şîrketan li karantînayê hatin bicihkirin.

Tê gotin, tevdîrên karantînayê ji bo tenduristiya xebatkaran metirsiyeke mezin e. Li paytexta Qatar Dohayê, bi deh hezaran kesên li herêma pîşesaziyê dixebitin li karantînayê hatin bicihkirin. Her wiha gelek xebatkar li heman malê û daîreyê bi rengekî komî ji neçarî tên hiştin ku ev yek jî rîska belavbûna vîrûsê zêde dike. Ji xwe gelek xebatkarên li Dohayê bi vîrûsa Covîd-19 ketine.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internatîonal) bi deh hezaran karkerên li Dohayê di karantînayê de ne, zehmet e ku pîvana 'mesafeya civakî' ji bo wan bê pêkanîn.

Tê gotin ku fatûreya krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 rû bide li koçberên li welatên kendavê bê birîn ku ev yek cihê fikaran e.