Cotkarên li Hindistanê li dijî qanûnên hikumetê daketin qadan

Li Hindistanê bi deh hezaran cotkar li nêzî Yenî Delhîyê li dijî qanûnên ku pêşiya hilberînerên biçûk digire, daketin qadan.

Vê qanûna ku hikumeta Hindistanê biryara wê daye, li ser hilberînerên biçûk ên çandiniyê dibe sedema gefeke mein. Bi hezaran cotkaran ev rewş protesto kirin.

Nûçegihanê AFP’ê yê ku ev çalakî dişopand, diyar kir ku nêzî 50 hezar kes tevlî çalakiyê bûne.

Cotkar ji Mijdara 2020’an û vir ve li ser rêyên dora Yenî Delhiyê kamp danîne û çalakiyên xwe didomînin. Li hemberî hikumeta Narendra Modî ya ku ji sala 2014’an û vir ve desthilatdar e, berxwedana herî demdirêj e.

Çalakger ji bo greva giştî ya neteweyî ya di 27’ê Îlonê de jî bang kirin. Cotkar diyar dikin heta hikumet qanûnên xwe bide sekinandin ew ê jî çalakiyên xwe bidomînin.

Li gorî qanûnê cotkar wê bikaribin berhemên xwe bifiroşin kesên ku dixwazin. Cotkarên biçûk jî diyar dikin wê bazar lîberal bibe û wê ji neçarî berhemên xwe bifiroşin şîrketên mezin.