Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê xwedî li pêngava KCK'ê derketin

Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê xwedî li pêngava KCK'ê derketin û tecrîda li Imraliyê şermezar kirin.

Kurdistanî li pêngava,''Bes  e ji Tecrîd, Faşîmz, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' xwedî derdikevin.

Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê li pêngavê xwedî derdikevin. Endamên komîteya ciwanan a Meclîsa Kurd a navçeya Yerşovê ku li gundê Yujniyê hatin cem hev, diyar kirin ku ew li pêngavê xwedî derdikevin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Li ser navê ciwanan Zaman Yusupov û Kewê Osmanova di axaftinan de diyar kirin polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk a faşîst ti caran wê bi ser nekeve. Ciwanan diyar kirin ew ê li bara Komploya 9'ê Cotmehê û berdewamiya wê tecrîdê bêdeng nemînin, bang li her kesî kirin ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.