Ciwanên Efrîqayî: Gendelî gefê li paşerojê dixwe û rê li ber koçberiyê vedike

Li gorî anketeke ku li 16 welatên Efrîqayê bi 5 hezar û 600 ciwanan re hatiye kirin, ciwan dibêjin ku gendelî li hemberî paşeroja wan weke gefekê ye û dibe ku bibe sedem ji sedî 60’ê wan koçber bibin.

Weqfa Malbatî ya Ichikowitz ya li bajarê Johannesburg ê Efrîqaya Başûr, encamên anketeke xwe ya ku bi 5 hezar 604 ciwanên temênê wan di navbera 18 û 24 saliyê de ne pêk anî, eşkere kir. 

Weqfê destnîşan kir ku gendelî ji bo ciwanan fikara herî mezin e û li hemberî pêşveçûna şexsî û jiyaneke baştir di nava ciwanan de weke mezintirîn astengiyê tê dîtin. 

JI SEDÎ 5’Ê CIWANAN PLAN DIKIN KU KOÇ BIKIN

Weqfê da diyarkirin ku anket ji aliyê beşdarbûna ciwanan û qada ku lê hatî kirin ve xebateke gelekî girîng e û li gorî encamên anketê piraniya ciwanan di wê baweriyê de ne ku hikûmeta wan li hemberî vê belayê  ‘’tedbîran nastîne.’’

Li gorî encamên lêkolîna ku pîştî hevdîtinên rûbirû yên li gelek welatên weke Efrîqaya Başûr û Etîyopyayê di mehên Kanûna Pêşîn û Sibatê de hatine kirin ‘’ji sedî 60’ê ciwanan hedef dikin ku di nava pênc salên pêşiya me de koç bikin.’’

Ciwan ji bo koçkirinê jî Emerîkaya Başûr ku weke welatê herî popûler tê dîtin, Ingilîstan, Fransa, Elmanya, Spanya û welatên Rojavayê Ewropayê guncav dibînin. 

DIVÊ SIYASETMEDARÊN GENDELIYÊ DIKIN WERIN CEZAKIRIN

Li gorî lêkolîna bi navê; ‘’ Xebata têkildarî ciwanên Efrîqî ya sala 2024’an’’ ciwan dixwazin ku siyasetmedarên gendeliyê dikin, werin cezakirin.  

Nêzîkî ji 60’ê ciwanan bi demokrasiyê bawer dikin û heman rêje şêwerêveberiyeke ku îlhama xwe ji Efrîqayê digire, erê dike.

Her wiha ji sê kesan kesek dibêje, pergalên nedemokratîk yên xwe dispêrin rêveberiya leşkerî û tekparêziyê di hin rewşên diyar de dikare bê tercîhkirin. 

Li gorî Bankaya Pêşketinê ya Efrîqayê li Efrîqayê nêzîkî 420 milyon ciwanên di navbera 15-35 saliyê de hene û ji sedî 30’ê wan bêkar in. Tê payîn ku ev hejmar heya sala 2050’yan ji 830 milyonî derbas bibe.