Civîna COP24’ê didome

Konferanda Werzê Ya Neteweyên Yekbûyî COP24’ê ya ku roja Yekşemê dest pê kiribû, arrmanca konferansê pêkanîna Peymana Werzê ya sala 2015’an e.

Konferansa COP24 a ku wê heta 14’ê Kanûnê li bajarê Katowîce yê Polonyayê bidome, li gorî salên borî bi tevlîbûna kêmtir serokdewletan destpê kir.

GÛTERRES JI BO NIFŞÊN NÛ HIŞYARIYA XIYANETÊ KIR

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, di roja duyem a civînê de axivî û hişyariyên guhertina werzê kir. Gûterres, ji nifşên nû xwest ku ‘xiyanetê nekin’ û bang kir ku pêwîstiyên Peymana Werzê ya sala 2015’an bila were pêkanîn.

TENÊ SEROKÊN 30 DEWLETAN TEVLÎ BÛN

24’emîn Konferansa Werzê ya ku 193 endamên NY’yî tê de ne tenê 30 welat di asta dewlet, an jî hikkumetê de tevlî konferansê bûn. Tê payîn ku di vê konferansê de rêzikên werzê yên pêkanînê bên diyarkirin.

Lê belê ji welatên G20 ên ku aboriyên herî pêşketî yên cîhanê ne, di asta dewlet an jî hikumetê de tu serokdewlet tevlî nebûne. Ji pêşengê Peymana werzê Fransayê jî tenê Wezîrê Hawir û Veguherîna Ekolojiyê Nîcolas de Rûgy tevlî bûye.