Civîna bilind a navbera herdu Koreyan wê meha Nîsanê bê kirin

Di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de wê meha Nîsanê civîneke bilind were kirin. Koreya Bakur soz da ku di dema diyalogê de çekên xwe yên nukleerî neceribîne.

Herdu koreyan biryar dan ku meha Nîsanê li herêmeke li ser sînor civîneke bilind li dar bixin. Rêveberê herdu welatan her wiha li hev kirin ku rêya diyalogê ya lezgîn di navbera wan de bê vekirin.

Daxuyanî piştî hevdîtina qasidekî Koreya Başûr a bi lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un a li Pyongyanê hate dayin.

Civîna bilind wê li gundê Panmunjomê bê kirin ku ev gund di navbera herdu koreyan de ne û leşkerê wan lê nîne. Qasid Chun Eui-yong ku şêwirmendê ewlekariyê yê Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-in e ragihand ku beriya civîna bilind wê Kim Yong Un û Mon Jae-in bi rêya telefonê bi hev re biaxivin.

Rêveberiya Pyongyangê soz da ku di dema diyalogê de wê çekên nukleerî û fuzeyan neceribîne.