Civîna bilind a Moskowa-Tehran-Enqereyê 7'ê Îlonê ye

Serokdewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê wê 7'ê Îlonê wê li ser mijara Sûriyeyê li hev rûnên.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê 7'ê Îlonê biçe Îranê û tevî hempîşeyên xwe yên Rûsya û Îranê li ser mijara Sûriyeyê li hev rûnên.

Ev civîna bilind di demeke welê de pêk tê ku rejîma Sûriyeyê xwe amade dike ku li dijî çeteyên li Îdlibê yên pişta xwe dispêrin Enqereyê, operasyonekê bike.

Herêma Îdlibê di danûstandinên Astanayê yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de weke yek ji "herêmên bê şer" hatibû destnîşankirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû hefteya bihurî li Moskowayê îdîa kiribû ku çareseriya leşkerî wê rê li ber 'felaketê' veke. Rûsyayê jî xwestibû ku 'mûxalîfên nerm' ên li herêmê ji yên din bên cudakirin. Li herêmê bi giranî komên çete yên ser bi Tehrîr El Şam hene ku navê berê yê vê komê El Nûsra bû. Tirkiye bi rengekî yekser têkiliya xwe bi komên çete yên li Îdlibê re heye.

Hevdîtinên dawî yên bi vî rengî yên navbera Serokdewletên Rûsya, Îran û Tirk meha Nîsanê û ya berî wê jî meha Mijdarê li Soçiyê pêk hatibû.

Li gorî qenala televîzyonê ya Tirk NTV, civîna bilind a 7'ê Îlonê wê li bajarê Tebrîzê yê li bakurê Îranê were lidarxistin.

Erdogan di dawiya meha Tîrmehê de eşkere kiribû ku ew dixwaze di navbera Moskowa, Parîs û Berlînê de civîneke bilind 7'ê Îlonê organîze bike, lê Parîs û Berlînê bersiv nedan vê pêşniyarê.