Çîn wê bi sed mîlyaran dolarî li enerjiya dikare bê nûkirin xerc bike

Komara Gel a Çînê, tevî bernameya herî mezin a enerjiya dikare bê nûkirin, xwe amade dike ku giraniyê bide ser enerjiya nukleerê.

Li gorî agahiyên NDRC, ku mezintirîn rêxistina plansaziya aboriyê ya Çînê ye, di çarçoveya plana 5 salan de ku wê li gelemperiya welêt ji bo 13 mîlyon kesî kar bafirîne, tê xwestin ji sedî 15 ê pêdiviya bi enerjiyê ya heta sala 2020'an, ji çavkaniyên li derveyî komirê bê peydakirin.

Li gorî daneyên Daîreya Enerjiyê ya Neteweyî (NEA), wê heta sala 2020'an bi 146 mîlyar dolarî razemenî li enerjiya rojê bê kirin. Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku li qada enerjiya rojê zêdeyî hezar santral bên çêkirin û bi vî awayî kapasîteya heyî bi 5 qatan bê zêdekirin.

Çîn wê giraniyê bide ser çavkaniyên enerjiyê yên ba û avê. Tevî ku pirsgirêka xwe ya ewlekariyê heye jî wê li ser enerjiya atomê jî bisekine.

Tê payîn 360 mîlyar dolar heta sala 2020'an li plansaziya veguherîna enerjiyê ya Çînê biçe.