Cihê gora dîktator tê guhertin

Bi fermana hikumeta Spanyayê, cihê gora dîktator Franco tê guhertin.

Dîktator Francîsco Franco, ji sala 1936-1939'an dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê heta sala 1975'an dema mir, li Spanyayê rê li ber komkujî û êşkenceyên mezin vekir. Gora Franco li dêreke li Valle de los Caîdos e.

Ji bo dîktator Franco li ber gora wî bîrdariyeke mezin hatiye çêkirin. Komên faşîst timî serdana vê derê dikin. Vê yekê jî rê li ber nerazîbûnan vekir.

Bi biryarnameya hikumeta partiya Sosyalîst (PSOE) re ku meha Gulanê bû desthilatdar, hestiyên Franco wê ji gorê bên derxistin. Li gorî biryarnameyê hestiyên Franco wê radestî malbata wî werin kirin.

Hate ragihandin ku li cihê gora dîktator jê bê rakirin, wê ji bo bîranîna qurbaniyên dîktatoriya Franco bîrdariyek bê çêkirin.