Cîhana Ereban dewleta Tirk şermezar kir

Parlementoya Ereban, li dijî êrîşên dewleta Tirk banga ‘çalakiyên lezgîn’ li Konseya Ewlekariya NY’ê kir.

Bertekên li dijî êrîşên artêşa Tirk li Herêma Kurdistana Federal a bi SÎHA’yan li dijî Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê ji şevên din ve berdewam dike. Di êrîşê de Fermandarê Tûgaya 2'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Mihemed Reşîd Suleymanî, Fermandarê Tûgaya 3'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî Taceddîn miriye. Fermandar Husameddîn Abdurrahman Hasan û leşkerek birîndar bûye, li dijê êrîşê cîhana Ereban bertekên xwe nîşan da.

BANGA JI BO NY'Ê

Serokê Parlementoya Ereban Dr. Meşal bin Fahm El Salamî, êrîşa dewleta Tirk a li Başurê Kurdistanê şermezar kir û êrîş weke, “Bi eşkere binpê kirina serweriya Iraqê, yasaya navnetewî û rêziknameyan” nîşan da.

El Salamî banga ‘çalakiyên lezgîn’ li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ê kir ku ji bo dewleta Tirk êrîşên xwe rawestîne.

‘EM BOMBARDÛMANA TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmed Ebû Gayt jî wiha got: “Bombardûmana dewleta Tirk a roja 11’ê Tebaxê li hema Sîdekan a sînorê Iraqê ya ku di encamê de du fermandarên hêzên çekdar ên Iraqê û leşkerekê şehîd bûyîn bi tundî şermezar dikin.”

Gayt da diyarkirin ku êrîş, “Bi eşkere binpê kirina serweriya xaka Iraqê, şert û zagonên yasaya navnetewî û binpêkirinek eşkere a rêgezên welatê cîran e.”