Cher: Leşkerên Tirk ji xwînê têr nabin
Hunermenda pop a navdar a Emerîkî-Ermenî Cher got: “Leşkerên Tirk ji xwînê têr nabin.”
Hunermenda pop a navdar a Emerîkî-Ermenî Cher got: “Leşkerên Tirk ji xwînê têr nabin.”
Hunermenda pop a navdar a Emerîkî-Ermenî Cher nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.
Cher anî ziman ku ji bo Kurdan bi xembar e û got: “Min bihîst. Ji temenê 11 salî û vir ve Tirkên ku ji xwînê têr nebûne, 2 milyon Ermenî êşkence kirine û ew kuştine. Leşkerên Tirk hê jî jî xwînê têr nebûne. Niha jî bi niyeta Trûmp dixwaze qira Kurdan bîne.