Cezayê darvekirinê yê Muşerref hate betalkirin

Edaleta Pakistanê cezayê darvekirinê yê ji bo Serokkomarê berê û fermandar Pervez Muşerref betal kir.

Dozger Îştîak Han ku li Dadgeha Bilind a Lahorê parastina hikûmeta Pakistanê dike, diyar kir ku dadgeha taybet yê cezayê darvekirinê li Muşerref birî ne li gorî destûra bigehîn e. Dozger ragihand ku hemû darizandin hatiye betal kirin.

Parêzerê fermandarê berê Azhar Siddik li peşiya dadgehê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got; “Hemû tişt hate betal kirin. Derbarê Muşerref de hinek sûcên din hene. Ji ber vê sedemê dozger dibe dozê bidomîne.”

Roja 17’ê Kanûnê dadgeheke taybet ji ber îlankirina rewşa awarte ya Muşeref a sala 2007’an bi sûcê “îxanet li welat kiriye” cezayê darvekirinê dabû. Di biryarê de hatibû gotin; “Eger mirî were dîtin, cenazeyê wî wê heta Îsşaöanadê were kaş kirin û sê rojan daliqandî were hiştin” ev biryar li tevahiya welat bûbû sedama polemîk û protestoyan.

Pervez Muşerref ku îltîcayî Dûbaiyê bûbû biryar weke “tolhildana takekesî” nirxandibû. Muşerref ku sala 1999’an bi darbeyê bû desthilatdar di navbera salên 2001 û 2008’an de ji nû ve hatibû hilbijartin.