Cevad Zarîf li Swêdê bi protestoyan hate pêşwazîkirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf ku ji bo hevdîtinên dîplomatîk dest bi tûra Skandînavyayê kir, li Swêdê bi çalakiya protestoyî hate pêşwazîkirin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom û Wezîrê Karên Derve yê Îranê li avahiya Wezareta Karên Derve ya Swêdê li hev kom bûn. Di rojeva her du wezîran de peymana enerjiya nukleerê ya navbera Îranê û şeş welatan û têkiliyên bazirganiyê yên navbera her du welatan heye.

Di dema hevdîtinê de komek ji Îraniyan li ber avahiya parlamentê li hev kom bû û ji bo şermezarkirina zext û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê xwepêşandanek pêk anî.

Xwepêşandêr bi qîrîna dirûşmên li dijî rejîma Îranê ber bi avahiya wezareta karên derve ve meşiya, lê di navbera wan û polîsan de rageşî derket.

Polîsan bend danîn derdora avahiya wezareta karên derve û kolanên li derdorê.

Xwepêşandêran darvekirinên li Îranê û binpêkirina mafên mirovan şermezar kirin.

Xwepêşandana ku ji aliyê komele û rêxistinên Îranî ve hate birêxistinkirin, hin pğarlamenterên Partiya Çep û Partiya Karker a Sosyal Demokrat tevî rêveberên sendîkayan beşdar bûn.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku ew rast nabînin ku Swêd malovaniyê ji nûnerekî rejîma Îranê re dike.

Bal kişand ser darvekirinên li Îranê, êşkenceya li girtiyên siyasî û daxwaza azadiyê ya jinan û destnîşan kir, di rewşeke wiha de nabe ku rojev bi giranî têkiliyên bazirganiyê yên navbera her du welatan be.

Kakabaveh diyar kir ku divê Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom van kiryaran şermezar bike û daxwaza rawestandina wan bike.

Seroka Forûma Çep a Navneteweyî û Alîkara berê ya Şaredarê Stockholmê Ann Margareth-Livh qebûlkirina nûnerê rejîma Îranê weke rewşeke sosret nîşan da û hikumeta Swêdê rexne kir ku li pêşberî binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê bêdenge.

Serokê Rêxistina Demokratîk a Yarsan Alî Khosrawî jî bal kişand ser zext û zordariya li Îranê li Yarsanan tê kirin û got, "Em ne tenê Zarîf di heman demê de hikumeta Swêdê şermezar dikin ji ber ku ew qebûl kiriye."

Cevad Zarîf piştî hevdîtinên xwe yên li Swêdê wê Pêncşemê li paytexta Norwêc Osloyê be.