CENTCOM: Li Yemenê sê drone û du sîstemên fuze yên Hûsiyan hatin îmhakirin

Fermandariya Rojhilata Navîn a artêşa DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de sê balafirên bêmirov û du 'sîstemên fuze' yên serhildêrên Hûsî yên Yemenî hatine îmhakirin.

CENTCOM'ê li ser X'ê peyamek weşand û ragihand ku sîstemên hatine bombekirin 'Li ser hêzên DYE'yê, hêzên koalîsyonê û keştiyên bazirganiyê yên li herêmê gefeke eşkere û nêz bûn'.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakî ji bo parastina azadiya ger û geştê û ewlehiya deryayê ya navneteweyî hatin kirin."

Ji Mijdara 2023'an û vir ve Hûsiyan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Fîlîstîniyan û bi vê armancê êrîşê dibe ser wan keştiyan ku îdîa dike têkiliya wan bi Îsraîlê re hene.