Carekî din bi roketan li leşkerên Emerîka yên li Iraqê ne dan
Li Iraqê di nava 72 saetan de bû cara sêyemîn bi roketan êrîşî leşkerên Emerîka tên kirin.
Li Iraqê di nava 72 saetan de bû cara sêyemîn bi roketan êrîşî leşkerên Emerîka tên kirin.
Di dema delegasyonake ji hikûmeta DYE li Bexdayê bûn de, bi du roketên katûşayê êrîşî navenda hewayî ya Eyn El Esad a tu kes lê nebû hate kirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Iraqê ve hate kirin, êrîşê rê li ber ti ziyanên madî û canî nevekiriye.
Di nava 3 rojên dawî de êrîşên wiha pêk tên. Roja Yekşem û Duşemê, bi roketan êrîşî balafirxaneya Bexda ku leşkerên Emerîka lê bûn û navendeke din a dikeve bakurê paytextê hatin kirin.