Careke din agir bi balafirgeha Bexdayê ket

Li paytexta Iraq Bexdayê, di nava sê rojan de cara duyemîn agir bi balafirgeha navneteweyî ket.

Şewata ku sibeha Pêncşemê destpê kir, bandor li termînala 'Ninive' salona VIP û gelek wesayitên li balafirgehê kir.

Serokwezîr Mûhammed Şîa El Sûdanî ji bo lêpirsîna li ser sedema şewatê hîn bibe çû balafirgehê.

Li gorî daxuyaniya Serokwezaretiyê, tîmên Parastina Sivîl şewata li termînala 'Ninive' vemirandine.

Hate ragihandin ku ji ber şewatê tiştek bi kesî nehatiye. Roja Sêşemê jî agir li beşeke balafirgehê ketibû û 3 kes bi sivikî birîndar bûbûn.