Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Bûyerên li DYE'yê didomin: Bi hezaran mûxafizên neteweyî ketin dewrê

Eyaleta Mînnesotayê red kir ku li dijî raperîna reşik a piştî kuştina George Floyd rû da polîsên leşkerî bixe dewrê. Mûxafizên Neteweyî yên li eyaletê di dewrê de ne.

Li eyaleta Mînnesota ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) piştî ku reşikê bi navê George Floyd ji aliyê polîsan ve hate kuştin, bûyerên ku dest pê kirin dewam dikin. Li gel qedexeya derketina derve jî di serî de li Mînnesotayê, li gelemperiya welêt gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanan 500 leşkerên Mûxafizên Neteweyî şandin herêmê, lê belê vê hewldanê nekarî pêşî li xwepêşandêran bigire.

Tevî paytexta Mînnesotayê Mînneapolîsê, li bajarên Dallas, New York, Hoûston, Las Vegas, Atlanta û Portland ên eyaletên din jî bi hezaran kesî xwepêşandan li dar xistin. Li gelek bajaran di dema çalakiyan de şer derket. Polîsan bi bombeyên ku çavan dişewitînin û bombeyên mijê hewl dan xwepêşandêran asteng bikin.

Di serî de li Mînneapolîsê li gelek bajran gelek avahî hatin şewitandin û xerakirin.

BI HEZARAN MÛXAFIZÊN NETEWEYÎ XISTIN DEWRÊ

Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî îdîa kiribû ku ji bo polîsên leşkerî veguhêzîne herêmê wî talîma da Wezareta Parastinê. Ev îdîa li rojnameya New York Tîmesê hate parvekirin.

Lê belê heman rojnameyê ragihand ku Waliyê Mînnesotayê Tîm Valz diyar kiriye ku wan veguhastina polîsên leşkerî qebûl nekirine. Tê gotin ku Valz li şûna vê yekê biryar da ku bi hezaran Mûxafizên Neteweyî yên li eyaletê bixin nava liv û tevgerê. Mûxafizên Neteweyî yekîneyeke hevpar a hêzên bejahî û hewayî yên DYE'yê ne, ku 'ji bo destwerdana li bûyerên civakî yên navxweyî' û li dijî afetên xwezayî tên bikaranîn.

Valz ê ji Partiya Demokrat di şeva Şemiyê de îdîa kiribû ku bûyerên hîn girantir dikare biqewime.

Di dema bûyeran de gelek kes hatin destgîrkirin. Çend roj berê eşkere bûbû ku hin rojnamevan bûne hedefa nêzîkatiyên xerab û hatine destgîrkirin.