Bûyerên kuştin-xwekuştinê li Iraqê zêde bûne

Li gorî salên bihurî, ji serê sala îsal heta niha bi kêmanî 700 bûyerên kuştin-xwekuştinê li Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine. Ji ber sansûra li ser bûyerê li Başûr mirov nikare amarên zelal bi dest bixe.

Navenda Mafê Mirovan a Iraqê destnîşan kir ku ji serê salê heta niha 700 bûyerên kuştin-xwekuştin li Iraqê hatine tomarkirin. Sala borî 772 bûyerên kuştin-xwekuştin pêk hatibûn.

JI SERÊ SALÊ VE 700 BÛYERÊN KUŞTIN-XWEKUŞTIN

Alîkarê Serokê Navenda Stratetjî ya Mafê Mirovan a Iraqê Hazim Rûdayî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji serê salê heta niha 700 bûyerên kuştin-xwekuştin hatine qeydkirin. Li gorî daneyan sala borî 772 bûyer pêk hatibûn. Dema tê berhevkirin mirov dibîne rêjeyek pir zêde ye.

Rûdayî qala bûyerên li Herêma Kurdistanê jî rûdayî kir û got ku rojane bi kêmanî du bûyer li Herêma Kurdistanê rû dide û got: “Ji sedî 7 ev bûyer temenê wan jêrî 30 salî ne.”

HIKÛMET DIVÊ PÊŞIYA VÊ BIGIRE

Rûdayî sedemê vê yekê jî wiha got: “Zêdebûna van bûyeran li ser zêdebûna madeyên hişbir û tundiya li nava malbatê ye. Ji bo wê ye divê hikûmeta Iraqê bikeve nava hewldanan ku pêşiya belavbûna madeyên hişbir bide, dermankirina kesên bikarhêner. Dîsa pêşiya wê yekê bidire ku rê li ber belavbûnê vedike.”

Li gorî amarên Navenda Mafê Mirovan a Iraqê sala 2020’ê 663, li sala 2019’an 605, sala 2018’an 530, sala 2017’an 462, sala 2016’an 393 bûyerên kuştin-xwekuştinê pêk hatine. 

SANSÛRA LI SER BÛYERÊN KUŞTIN-XWEKUŞTINÊ

Heta niha li ser bûyerên kuştin û xwekuştinê ya îsal li Herêma Başûrê Kurdistanê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dabû ku divê weşanên nûçeyên li ser kuştin û dîsa dagirkerî û talanên xwezaya Kurdistanê kar nekin ku rê li ber metirsî û fikaran vedike. Bi vê yekê îmzeya xwe danî binê bûyereke sosret ku li ti deverê neyî. 

RÊJE ZÊDE YE, KES NIKARE EŞKERE BIKE

Dema dawî li Başûrê Kurdistanê jî ji ber tundiya li nava malê û nêzîkatiya rêveberiyê em dibînin ji bûyerên şewitandin, întixarê bigire heta kuştina bi çekê û rengê din zêde bûye. Gelek carî jî ev bûyer bi rengê cuda tê veşartin. Ji bo wê weke ragihandinkar nikarin xwe bigihînin amarên zelal. Di vê derbarê de jî saziyên mafê jinan diparêzin jî nikarin bi erka xwe rabin.