Bûyera Skrîpal: Dibe ku DYA pêkanînên nû li ser Rûsyayê ferz bike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji ber bûyera jehrîkirina ajanê berê yê du alî Sergey Skrîpal dibe ku ew hin pêkanînên nû li ser Rûsyayê ferz bikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA'yê, delîleke têrker nîne ku nîşan bide Rûsya li gorî qanûna Amerîka ya bi navê CBW Act tevdigere.

Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Naûert diyar kir ku li gorî vê qanûna Amerîkayê, nabe ku çekên kîmyewî û biyolojîk ji bo armancên leşkerî werin bikaranîn û got, agahî ji Kongreyê re hatiye dayin ku Rûsya li gorî vê qanûnê tevnagere. Berdevk diyar kir, diyar kir, ew nikarin piştrast bikin ku Rûsya li gorî qanûna CBW Act tevdigere. Ev yek jî tê wê wateyê ku pêkanînên nû li ser Rûsyayê werin ferzkirin.

Ajanê berê yê Rûs Sergey Skrîpal meha Nîsanê li Îngilîstanê bi jehrê hatibû xistin û Îngilîstan jî di nav de rêveberiya gelek welatan Rûsya kiribûn hedef. Piştî bûyera Skrîpal, gelek welatan pêkanîn li ser Rûsyayê ferz kiribûn.