Buhayê xurekê gihîştiye asta rekorê

Li qada navneteweyî, buhayê xurekê vê sala dawî bi rêjeya ji sedî 40 zêde bû û gihîşt asta rekorê.

Li gorî endeksa buhayê xurekê ya Neteweyên Yekbûyî, buhayê xurekê di meha Gulanê de ji sedî 4.8 zêde bû. Buhayê xurekê ku 12 mehên dawî timî zêde bû, gihîşt asta rekorê.

Hate ragihandin ku ji ber daxwaza Çînê ya ji bo garis, ji ber daxwaza rûnê nebatî, şekir û zad a li qada navneteweyî û ziwatiya li Brezîlyayê bûne sedema zêdebûna buhayê xurekê.

Tê gotin, zêdebûna buhayê hesin-pola, enerjiyê maliyeta hilberîna xurekê zêde kiriye.

Ev rêjeya heyî ya buhabûnê, herî dawî sala 2008'an ji ber krîza aboriyê ya global hatibû dîtin.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku bikaranîna zêde ya bio-dîzelê, her wiha zêdebûna daxwaza ji berhemên şîr û goşt, bandorê li buhayê xurekê dike.