NÛ BÛ

Bombarduman li Lubnanê dewam dike: Îsraîlê sînyala operasyona bejayî dide

Di bombebaranên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de herî kêm 51 kesên din jî mirin û fermandarekî artêşê bang li leşkeran kir ku ji bo operasyona bejayî amade bibin.

Li gorî nûçeya Haaretz, serokê fermandariya bakur a artêşa Îsraîlê Tumgeneral Urî Gordin di axaftina xwe ya ji bo leşkerên yekîneyên zirxî de anî ziman ku pevçûna bi Hîzbûllahê re ketiye ‘qonaxekî cuda’ û divê artêşa Îsraîlê ji bo ‘manewraya bejayî’ amade bibe.

Gordîn gor, “Operasyon li gorî qabiliyetên Hîzbûllahê bi xistina darbeyeke pir girîng destpê kir.”

Gordîn wiha got: “Divê rewşa ewlehiyê biguherînîn. Divê ji bo manewra û çaakiyeke pir baş amade bibin.”

Li gorî bîlançoya Reutersê ku ji daneyêm Wezareta Tenduristiyê amade kiriye, li Lubnanê di êrîşên ji vê siharê ve herî kêm 51 kes mirin. Hêzên hewayî ya Îsraîlê ragihand ku balafirên şer îro li Lubnanê 280 hedefên Hîzbûllahê dan.

Li gorî rayedarên Lubnanî, di bombebaranên roja Duşemê û Sêşemê ya li Beyrûtê de herî kêm 587 kes mirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve, hejmara sivîlên ji cihê xwe bûne êzî nîv milyonî bûye.