Boko Haram li Çadê êriş kir: 92 leşker mirin

Li Çadê ku welatekî Efrîka Navîn e, ji ber êrişeke çeteyên Boko Haram bi sedan leşkerî jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomarê Çadê Îdrîss Dêby Îtno ragihand ku êriş li herêma Boma ya li wîlayeta Lacê rû da. Serokkomar diyar kir, ji ber êrişa çeteyên Boko Haram ên Îslamî yên tundrew, efser jî di nav de 92 leşkerî jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomar got, di dîroka welêt de yekemcar di êrişekê de hejmareke ewqasî zêde ya leşkeran jiyana xwe ji dest didin.

Efserekî payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AFP'ê re got, çeteyên Boko Haram bi êrişa xwe ya herî giran a li herêmê zerareke mezin dane sîstema parastinê ya artêşê.

Hate ragihandin ku di êrişa navborî de tevî leşkerên ku ketin kemînê, her wiha leşkerên ji bo alîkariya wan çûn jî ketin kemînê û wesayitên zirxî jî di nav de bi dehan wesayit îmha bûne.

BI DEH HEZARAN MIROVÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Çeteyên Boko Haram di sala 2009'an de li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê dest bi êrişên xwe kir û ji hingî ve di şerê dijî çeteyan de 36 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 milyon mirov jî ji cihê û warê xwe bûn. Çete piştre êrişên xwe li Çad, Nîjer û Kamerûnê belav kirin ku li dora Gola Çadê ne.

Van welatan bi taybetî piştî sala 2015'an bi navê "Hêzên Tevlîhev ên Pirneteweyan" dest bi operasyonên hevpar kirin û gelek serketin bi dest xistin. Lê belê çeteyan bi taybetî ji par û vir ve êrişên giran dikin. Çete bi giranî êrişî Xiristiyanan û gundiyên li dijî wan têdikoşin dikin.