Boko Haram dîsa êrîş kir

Çeteyên Boko Haram ku êrîşên xwe yên li Nîjeryayê mehên dawî zêde kirin, bi dehan gundî revandin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên ewlekariyê yên Nîjeryayê, herî kêm 50 gundiyên li gundekî li ser sînorê Kamerûnê, dawiya hefteyê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Du ji gundiyên ku çeteyan hewl dan wan birevînin xwe ji nava lepên çeteyan rizgar kirin. Lê agahî ji gundiyên din ên hatine revandin nayê girtin.

Gundî li daristana bi navê Wûlgo ya li ser sînorê Kamerûnê hatin revandin. Tirs û fikar hene ku çete gundiyan bikujin. Tê gotin, dibe ku gundî ji bo fîdyeyê jî hatibin revandin. Çeteyan herî dawî meha Çileyê deh ji bi dehan gundiyên revandibûn, meha Nîsanê jî 18 karkerên daristanê kuştibûn.

Çeteyên Boko Haram ji sala 2009'an û vir ve êrîş dikin. Ji hingî ve zêdeyî 27 hezar kes mirin, 1,8 milyon mirov jî neçar man cih û warê xwe biterikînin.