Bobelata barana mûsonê ya li Hîndîstanê

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê ji ber bobelata barana mûsonê 400 kes mirin.

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê ji ber barana mûsonê lehî rabû û vê yekê rê li ber karesateke mezin vekir. Pispor dibêjin, piştî ku ava lehiyê ji nava eyaletê vekişiya, dibe ku mar derkevin holê, bi mirovan vedin û di vî warî de hişyarî dan.

Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî bang li welatiyên ku piştî lehiyê vegeriyan mala xwe kir ku haya wan ji maran hebe.

Tê gotin, gelek kesên ku vegeriyane mala xwe di malê de marên pîton, kobra û margîsk dîtine. Tê gotin, wezîfedarên Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Hîndîstanê li gelemperiya eyaletê dest bi nêçira maran kirin.

Ji ber ku li gelemk malan mar tên dîtin, fikar hene ku mar bi welatiyên li herêmê vedin û ji ber vê yekê gelek kes bimirin.

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê, ji ber barana mûsonê ya 3 meh in dewam dike, zêdeyî 400 kes mirin.