Blînken: Em piştgiriyê didin pêngavên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê

Wezîrê Derve yê DYE’yê Antony Blînken li bajarê Ramallaha Şerîeya Rojava, bi Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mehmûd Ebas re hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de careke din anî ziman ku DYE piştgiriyê dide gavên şênber ên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê.

Wezîrê Derve yê DYE’yê Antony Blînken gera xwe ya li Rojhilata Navîn didomîne û roja Çarşemê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mehmûd Ebas re hevdîtinek pêk anî.

Blînken careke din anî ziman ku DYE piştgiriyê dide gavên şênber ên ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê.

Her wiha rayedarê Emerîkî got ku divê hemû bacên Fîlîstînê yên ku ji aliyê dewleta Îsraîlê ve tên komkirin, bi awayekî sîstematîk li gorî hevpeymanên berê ji Rêveberiya Fîlîstînê re bên veguhastin.

Ji ber blokekirina Îsraîlê ya van fonan, Rêveberiya Fîlîstînê bi zehmetiyên aborî re rû bi rû maye.

Blînken di hevdîtina xwe de anî ziman ku divê ji bo gelê Fîlîstînê reformên îdarî werin kirin.

Antony Blînken wê roja Çarşemê di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de derbasî Bahreynê bibe. Blînken wê ji bo pêşîgirtina pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de bi Şah Hamad bîn Îsa El Xelîfe re li Bahreynê hevdîtinekê pêk bîne.