Biryarnameya li dijî koçberan a li DYA bi teqezî betal bû

Biryarnameya li DYA, ku pêşî li hatina welatiyên ji Îran, Iraq, Somalî, Sûdan, Sûriye, Yemen û Lîbyayê ji bo 4 mehan digirt, bi teqezî betal bû.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, piştî ku dest bi wezîfeyê kir, mohra xwe danî binê biryarnameyeke li dijî koçberan û bi vî rengî pêşî li hatina koçberên ji hin welatan girt. Di rûniştina temyîzê ya dijî vê biryarnameyê de hikum hat dayin, ku biryarname bi temamî betal bibe.

Doz li paytexta eyaleta Vîrgînîa Rîchmondê pêk hat û di encamê de biyar hate dayin ku biryarname li dijî destûra bingehîn e.

Dadgerê Dadgeha Temyîzê Roger Gregory destnîşan kir, ku Kongreya DYA erkekî berfireh daye Serok Donald Trûmp li ser qedexekirina hatina biyaniyan, lê belê ev erk mutleq nîne.

Di biryarê de hat ragihandin, biryarnameya li dijî koçberan di nava welatiyan de rê li ber 'zerarên ku sererastkirina wan zehmet e' vekir.

Di rûniştina 8'ê Gulanê ya dozê de, hin komeleyên li dijî biryarnameyê derketin bibîr xistin, ku Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, cihêkariya olî qedexe dike.