Biryara ku wê Lula pê bihata berdan, hate betalkirin

Biryara dadger ku wê Serokdewletê berê Lula pê bihata berdan, ji Dadgeha Bilind vegeriya.

Çarşemê endamekî Dadgeha Bilind biryar stanibû ku  girtiyên ku ji dadgehên temyîzê yên welêt ceza standibin û li organên darazê yên bilindtir itîraz kiribin, divê werin berdan.

Endamê Dadgeha Bilind dadger Marco Aurolîo de Mello bi vê biryarê rê li ber vedikir ku Serokdewletê berê Lula da Sîlva ji girtîgehê were berdan.

Her wiha Serokê Dadgeha Bilind Josê Antonîo Dîas  Toffolî ragihand, biryara dadgerê bilind Mello hatiye betalkirin.

Luîz Inacîo Lula da Sîlva ku 2003-2011'an serokdewletî dikir, bi sûcdariya ku gendelî kiriye, 12 sal ceza lê hatibû birîn.