Biryar hat dayin ku Pûîgdemont û 4 wezîr bi şert bên berdan

Dadgeha Belçîkayê biryar da ku Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont û 4 wezîrên wî bi şert werin berdan.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Dozgeriya Federal a Belçîkayê ve hate dayin, dadgerê lêpirsînê piştî ku îfadeya Pûîgdemont û wezîrên berê Marîa Aleû Serret, Antonî Olîveres Comîn, Llûîs Gordî Pûîg û Clara Obîols girt, biryar da ku bi şert werin berdan.

Şertên ku dadgeha Belçîkayê danî ev in: heta ku dadgerê lêpirsînê destûr neda divê rayedarên Katalonyayî Belçîkayê neterikînin, li adreseke mayinde bimînin û dema rayedarên polîsan û dadgeriyê bang li wan kirin, divê bên.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Dadgeha Neteweyî ya Spanyayê, piştî ragihandina serxwebûna Katalonyayê biryara girtina Pûîgdemont û 4 wezîran ji Dozgeriya Federal a Belçîkayê re ragihandibû.

Pûîgdemont û 4 wezîr, di destpêka hefteyê de berî ku biryara girtina wan bê dayin çûbûn Belçîkayê.