Bîlançoya şerê li Yemenê giran dibe

Li Yemenê di şerê navbera hêzên alîgirê hikumetê yên Erebîstana Siûdî piştgiriya wan dikin û komên Hûsî yên Îran piştevanê wan e, zêdeyî 60 kes mirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên koalîsyona Kendavê ya bi pêşengiya Siûdî duh bi şev bi balafiran êrîş birin ser Haîsê ya li başûrê bendergeha Hodeîdayê.

Ji ber êrîşê 18 milîsên Hûsî mirin. Heman wextê, bi helîkopterên Tahîta êrîşeke din hate kirin û 35 Hûsî hatin kuştin.

Di şerê dawî de 12 leşkerên hikumetê hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn.

Leşkerên hikumetê û hêzên koalîsyonê yên vê mehê bajarê Khokha kontrol kirin, li peravê Derya Sor bi pêş ve diçin.

Hat ragihandin ku armanc kontrolkirina bendergeha Hodeîda ye ku duyemîn bendergeha herî mezin a Yemenê ye û ji bo gihandina alîkariyê weke cihekî girîng tê dîtin. Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li Yemenê krîza birçîbûnê ya herî dijwar a dehan salên dawî yên cîhanê rû daye.